Guhertoya dawîn a ubuntuyê bi navê xwe yê kod 9.10 Karmic Koala îro hat weşandin. Gelo ubuntuya ku bi piştgiriya Canonical tê amadekirin ji me re nûbûnên çawa tîne? Li jêr em ê qala "hinek" bernameyên "Karmic Koala"yê bikin.
E-peyam û Pevaxaftin (Chat)
Di Ubuntu 9.10ê de ji bo axaftina bi hevalên xwe û malabata xwe re, hûn dikarin bernameya Emphaty bi kar bînin. Emphaty piştgiriyê dide gelek protokolan, ên weke Yahoo, Gmail, MSN, Jabber, AOL, QQ û hwd.
Bi bernameya Evolution hûn dikarin e-peyamên xwe û aktîvîteyên xwe yên rojane sererast bikin û bi salname û lênûska navnîşanan karên xwe bimeşînin.
Gerokên Înternetê

Ubuntu 9.10 Karmic Koala, weke gelek linuxên din bi geroka Mozilla Firefoxê tê belavkirin. Di vê guhertoyê de versiyona herî nû û lez a Firefoxê, Firefox 3.5ê heye. Ji bo barkirina gerokên din ên weke konqueror, opera, seamonkey û hwd. hûn dikarin Rêvebira Pakêtan bi kar bînin.
Wêne û Foto

Hûn dikarin ji makîneya xwe ya wênekêş û ji telefona xwe wêneyan têxin bernameya F-Spot. Bi alîkariya etîketan hûn dikarin wêneyên xwe rêz bikin û bi awayeke hêsan wêneyan bi rê ve bibin.
Hûn dikarin bi çend tikandinan wêneyên xwe di torên weke Flickr, Facebook, Picassa û hwd. de parve bikin.
Mûzîk û Vîdyo
Bi bernameya Rythmboxê hûn dikarin mûzîk biavêjin MP3 playerên ên weke PSP, iPod û hwd.
Hûn dikarin lîsteya xwe bi hevalên xwe re parve bikin. Bi saya gihiştina LastFmê hûn dikarin bi alîkariya Rythmboxê weşana xwe kontrol bikin. Her wiha hûn dikarin vîdyoyên ku we ji malperên cur be cur daxistine, temaşe bikin.
Bernameyên Ofîsê

Bi OpenOffice.orgê afirandina pel, tabloyên hesabê û pêşkêşiyên profesyonel, pêkan e. Di serî de Microsoft Office, bi her bernameya ofîsê re guncan e. Tekane cudahiya wê ew e ku bêpere ye.
Lîstik

Nêzikî 400 lîstikên bi temamî bêpere û bi çavkaniya vekirî. Serî li Rêvebirê Pakêtan bidin û hûn kîjan lîstikê bixwazin wê saz bikin û bi keyfeke mezin bilîzin.
Depokirin, Senkronîzekirin û Parvekirin

Teknolojiya “Ubuntu One” 2 GB cihê vala bêpere dide we. Hûn dikarin bi komputerên hevalên xwe re bi hêsanî parvekirina pelan bikin.
Navenda Nivîsbariyan

Bi saya Navenda Nivîsbariyan hûn dikarin xwe bigihînin bi hezaran bername û sepanên bêpere ên di depoyê de. Kategoriyên weke Perwerdehî, Lîstik, Deng û Vîdyo, grafîk, Bernamekirin û Ofîs hene. Tenê bernameyên ku hûn dixwazin hilbijêrin û hew!
di vê guhertoyê de ji bo 23 zimanan piştgiriya tam tê dayîn û gelek zimanên din jî tên piştgirîkirin. Di nav van zimanan de Kurdî jî heye. (Wêneyên li jor ji ubuntuyeke îngîlîzî hatine kişandin loma bi îngîlîzî ne lê ku mirov bixwaze ubuntu dibe Kurdî)
Me li jor qala tenê çend taybetiyên Ubuntu 9.10 Karmic Koala kir. Ubuntu pergaleke wisa ye ku hûn bixwazin li ser komputerê çi bikin, wê dide we.








Bi kurdî format biguhere:
Şîrove
linux kürtçeyim yardımcı olursanız sevinirim) Bersiv | Wergire û bersiv bide | Wergirtin
Silav @Emin. Tu dikarî ubuntuyê ji malpera wê ya fermî daxî: www.ubuntu.com
an jî ger tu bixwazî tu dikarî ji me DVDya ubuntuya kurdî bixwazî, em ê ji te re bişînin. Ji bo xwestina DVDya ubuntuyê navnîşana xwe(adres) û navê xwe bişîne maila min: simurg56
Ji bo pirsên xwe jî ji kerema xwe re foruma me bi kar bîne: pckurd.net ji ber ku em her dem li vir nanêrin. Tu binivîsî forumê, tu wê zûtir bersiv bistînî.
Serkeftin…
(ubuntuyu kendi sitesinden indirebilirsin ya da bizden hazir DVDsini isteyebilirsin. Istemek için adresini ve adini buraya yolla: simurg56
ji ber ku di pêşkêşkera me de (server) ewqas cihê me tune. Tu dikarî ubuntuya normal ji malpera wê daxî: www.ubuntu.com an jî tu dikarî ji me bixwazî, em ê bişînin mala te. Bersiv | Wergire û bersiv bide | Wergirtin
RSS feed for comments to this post.